Di Şewata Washingtonê de 3 Agirkuj Hatin Kuştin

Xanîyekî li bajarokê Twisp di nav agiran de ye

Di şewateke mezin ya daristanekê de li istana Washiongtonê de, 3 agirkuj hatine kuştin, 4 kesên din jî birîndar bûn.

Karbidestên Amerîkî dibêjin, agirkujan do Çarşemê nav pet û agiran de man, piştî ku otobomîla wan li nêzîkî bajarokê Twisp xirabe bû.

Walîyê eyaleta Washingtonê Jay Inslee ferman da ku dora 1500 rûniştvanên bajarokê Twisp malên xwe vala bikin û ji herêmê derkevin.

Inslee da zanîn ku di şewatê de 50 xanî û 60 avahî û 95,000 hektar zevî şewitîn.

Rêvebirîya Hawazanî ya Amerîkî (National Weather Service) hişyarîyek belav kir ku îhtîmal e heta roja Înê bahozên xurt li rojhilata wîlayetê biqewimin.