Di Hilbijartinên Mîdterm yên 6’ê Mijdarê de, cara pêşîye ku pirtit ji 100 jin dibin endmên Civata Nûneran ya Amerîkî .
USA Today radigihîne ku di Kongresa nû de bi kêmî ve 113 jin cîh bigirin û ji wan 28 jin cara yekê tên hilbijartin.
Alexendandria Ocasio-Cortes ya bi 29 salî ku ji devera 14’yan ya New Yorkê, ket Civata Nûneran, bû endama jin ya herî ciwan ya dîroka Amerîka.
Dîsa, cara yekê ye ku du jinên Misilman: Rashida Tlaib ji istana Michiganê û Ilhan Omar ji Minnesota ketin Civata Nûneran.
Di hilbijartinande cara pêşî 2 jinên Amerîkîyên resen bûn endamên Civata Nûneran. Ji eyaleta New Mexico Deb Haaland û ji Kansasê Sharice Davids, serketinên dîrokî bi dest xistin.
Li Tennessee sîyasetvana Komarî Marsha Blackburn cara yekê ye ku wek senatora jin ya wê eyaletê hat hilbijartin.
Li ber e ku Nancy Pelosî, ku yek ji sîyasetvanên herî bi bandor ya Demokratan e, di Civata Nûnerên ya nû de bibe rêbera piranîyê ku careke din ket destê Demokratan.