Lîstikên Cama Cîhanê Îro Destpê Dikin

Vekirina Cama Cîhanê 2026 bi awayekî fermî îro Pêncşemê li stadyuma Azteca li paytexta Meksîkê destpê dike.

Piştî rêwresmên vekirinê, dê tîma Meksîkê derkeve beramber tîma Afrîqaya Başûr.

Cama Cîhanê ya îsal ji gelek alîyan ve dîrokî ye; ew cara yekê ye ku li sê welatan, Amerîka, Keneda û Meksîkê tê kirin. Herwiha bo yekem care di dîroka FIFA'yê de 48 tîm beşdarî qehremanîyê dibin.

Stadyuma Azteca

Li paytexta Meksîkê, Mexico City, ev cara sêyem e ku stadyuma Azteca mêvandarîya lîstikên Cama Cîhanê dike. Cara yekê sala 1970 bû û cara duwem jî sala 1986'an bû.

Li vê stadyuma ku bêtirî 80 hezar kursî tê de hene, lîstikvanên efsaneyî wekî Pele û Maradona lîstine.

Lîstikên Cama Cîhanê li 16 bajarên her sê welatan tên lîstin, lê piranîya wan dê li 11 bajarên Amerîkî bin.

Hêjayî gotinê ye ku tîma Arjentînê qehremanîya Cama Cîhanê ya herî dawî ya 2022'an li Qeterê bidest xist.