Coşa Cama Cîhanê di Roja Xwe ya 7'an de Didome

Lîstikên Cama Cîhanê ya futbolê roja Sêşemê bi encam û golên balkêş bidawî bûn.

Di Grûpa I de lîstika Frensa û Senegal bi encama 3-1 bo tîma keleşêran bidawî bû.

Di lîstika ku li New York'ê pêk hat de, stêra Frensayê Kylian Mbappe du gol avêtin û Bradley Barcola gola sêyem tomarkir. Gola Senegal jî ji alîyê Ibrahim Mbaye ve hate tomarkirin.

Di heman grûpê de tîma Îraqê di lîstika xwe ya yekem ya Cama Cîhanê de rastî şikestineke mezin ji alîyê Norwêcê ve hat. Lîstika ku li bajarê Boston lidar ket bi encama 4-1 bo Norwêcê de bidawî hat. Golê Îraqê ji alîyê Eymen Hisên ve hate tomarkirin. Ji nav her çar golên Norwêcê jî, stêra navdar Erling Haaland du got avêtin.

Di Grûpa J de, Arjentîna kempeyna berevanîya qehremanîya xwe ya Cama Cîhanê bi serkeftineke mezin bi encama 3-0 li hember Cezayîrê bidawî anî.

Stêra navnetewî Lionel Messi hersê golên tîma xwe avêtin. Bi wê yekê jî ew bû xwedî 16 golan di hemû beşdarîyên xwe yên camên cîhanê de. Ev hejmara herî bilind a ser asta cîhanê ye ku Messi ligel lîstikvanê berê yê Almanyayê Miroslav Klose parve dike.

Di heman grûpê de, Austryayê serkeftinek li hember Urdunê bi encama 3-1 bidest xist. Ev cara yekê ye ku Urdun beşdarî Cama Cîhanê dibe.

Coşa Cama Cîhanê îro Çarşemê bi çar lîstikên din berdewam dike. Di Grûpa K de Portugal ligel Komara Demokratîk a Kongoyê dilîze. Di heman grûpê de Uzbekistan û Kolombya jî derdikevin hember hev.

Di Grûpa L de, Îngiltere ligel Kroatya dilîze û Ghana jî li hember Panamayê dilîze.