Çar lîstikên Cama Cîhanê yên roja Duşemê li Amerîkayê bi encamên yeksan bi dawî bûn.
Di grûpa H de, lîstika Spanya û Cape Verde bi encama 0-0 bi dawî bû. Ev encam wekî surprîzeke mezin hat ji ber ku tîma Spanyayê yek ji yên herî mezin ên vê pêşbirkê ne û tîma Cape Verde jî cara yekê ye ku beşdarî Cama Cîhanê dibe.
Di lîstikeke din de ya heman grûpê, Erebistana Siûdî û Uruguay yeksan derketin. Lîstik bi encama 1-1 bidawî bû.
Di Grûpa G de jî, maça Belcîka û Misrê bi encama 1-1 bidawî bû. Ew lîstik li stadyuma bajarê Seattle pêk hat û bêtirî 66 hezar cemawer amade bûn.
Di heman grûpê de lîstika Îran û New Zealand bi encama 2-2 qedîya. Ew maç li bajarê Los Angeles lidar ket.
Lîstikên Cama Cîhanê îro Sêşemê berdewam dikin. Li New Jersey, Fransa û Senegel di Grûpa I derdikevin hember hev. Di heman grûpê de Îraq û Norwêc li stadyuma bajarê Boston bilîzin.
Piştî wan herdu lîstikan, Arjentîn, ku qehremana Cama Cîhanê ya 2022'an bû, ligel Cezayirê li bajarê Nansas li wîlayeta Missouri dilîze.