Îro Hemû Tîmên ku Diçin Qonaxa 32'an a Cama Cîhanê Diyar Dibin

Ji lîstika Îran û Misrê.

Bi şeş lîstikên di sê grûpan de, îro Şemîyê dê were diyarkirin ku tîmên mayî yên ku diçin qonaxa 32'an a Cama Cîhanê ya futbolê kê ne.

Di Grûpa L de, Kroatiya û Ghana li Stadyuma Philadelphia derdikevin hember hev. Di heman demê de, Panama dê ligel Îngelterayê bilîze. Di vê grûpê de Îngeltera û Ghana bi çar xalan ji her tîmekê re di pêş de ne. Paşê Kroatya bi sê xalan di rêza sêyem de cih digire. Di rêza dawî de jî Panama bê xal dimîne.

Li bajarê Miami, Kolombya û Portugal di lîstikeke çaverêkirî de tên hember hev. Di vê Grûpa K de, Kolombya derbasbûna xwe bo qonaxa 32'an bi şeş xalan misoger kiriye. Li alîyê de, tîma Cristiano Ronaldo dixwaze bi serkeftinekê yan jî bi encameke yeksan çûna xwe bo qonaxa bê piştrast bike.

Di heman grûpê de Komara Demokratîk a Kongoyê ligel Uzbekistanê li bajarê Atlantayê dilîze.

Di Grûpa J de jî, Arjentîn û Urdun li Stadyuma Dallas dilîzin. li bajarê Kansasê jî, Cezayîr û Awustrya derdikevin hember ve. Di vê grûpê de, tenê tîma Lionel Messi derbasbûna xwe bo qonaxa 32'an misoger kiriye.

Di lîstikên roja Înê de, Fransa derbasbûna xwe bo qonaxa 32'an bi serkeftineke sêyem li hember Norwêcê tekez kir. Di lîstika ku bi encama 4-1 bidawî bû, Ousmane Dembele sê gol tomar kirin. Norwêcê tevî vê şikestinê, ligel Fransayê çû qonaxa din.

Di heman grûpê de, Îraq rastî şikestineke din di vê Cama Cîhanê de hat, vê carê jî bi encama 5-0 li hember Senegalê. Di Grûpa J de Îraq di her sê lîstikên xwe de biser neket.

Di Grûpa H de, lîstika Spanya û Uruguay bi encama 1-0 bi tîma el Matador bidawî bû. Bi vê serkeftinê tîma Lamine Yamal gihîşt 7 xalan û di serê grûpê de derbasbûna xwe bo qonaxa 32'an tekez kir.

Di heman grûpê de, lîstika Cape Verde û Erebistana Saudî yeksan bi encama 0-0 bidawî bû. Ev yek bû sedem ku Cape Verde bo cara yekê di dîroka Cama Cîhanê de derbasî qonaxa 32'an bibe.

Di Grûpa G de jî, lîstika Îran û Misrê 1-1 bidawî bû. Bi wê yeksanê, hevalên Mihemed Selah çûn qonaxa 32'an. Lê Îran jî bi saya vê encamê çûna xwe bo qonaxa din wekî tîma sêyem misoger kir.

Di lîstika din a heman grûpê de, Belcîka serkeftinek bi encameke mezin (5-1) hember New Zealandê bidest xist. Bi vê serkeftinê tîma Belcîkayê di serê grûpa xwe de derbasî qonaxa 32'an bû.

Lîstikên qonaxa 32'an roja Yekşemê bi lîstika Keneda û Afrîqaya Başûr li bajarê Los Angeles destpê dike.