Serkirdeyên Cîhanê Êrîşa Washingtonê Şermezar Dikin

U.S. President Donald Trump is escorted out of the White House Correspondents' Association (WHCA) dinner in Washington

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer êrîşa Washingtona paytext a şeva borî li ser Şîva Peyamnêrên Koşka Sipî, ku serok Donald Trump jî lê amade bû, şermezar kir.

Starmer li ser platforma X’ê got, “Ez bi dîmenên Şîva Peyamnêrên Koşka Spî ya şeva borî li Washingtonê şok bûm.”

Wî got, “Divê her êrîşek li ser sazîyên demokratîk an azadîya rojnamegerîyê bi tundtirîn awayî were şermezarkirin.”

“Ewz rihetîyeke mezin hest dikim ku Serokê Amerîkayê, xanima yekem û kesên amadebûyî silamet in,” Starmer got.

Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni jî li ser X’ê nivîsand ku, “Ez dixwazim hevgirtina xwe ya tevahî û nêzîkbûna xwe ya herî dilsoz bi Serok Trump, Xanima Yekem Melania, Cîgirê Serok Vance û hemû kesên ku di Şîva Peyamnêrên Koşka Sipî ya doh êvarê de amade bûn re, diyar bikim.”

Wê got, “Cihê ti nefreteke siyasî di nav me de nîne. Em ê nehêlin tundrewî cihên nîqaş û agahdarîya azad jehrîn bike. Divê parastina çanda ciyawazîyê wekî kelehek bêhempa li dijî her tevgerîna bêtolerans bimîne, da ku nirxên ku Neteweyên me damezrandine werin parastin.”

Serokê Tirîyê Recep Tayyip Erdogan ji alîyê xwe ve bal kişand ser êrîşê û got, “Ez hewldana êrîşa çekdarî ya ku doh êvarê li Şîva Peyamnêrên Koşka Spî li Washingtonê pêk hat şermezar dikim.”

“Xweşbextane ku zîyan negihîşt kesekî, di nav de jî Serok Trump û xaima wî Melania. Di demokrasiyan de, têkoşîn bi ramanan tê kirin,” Erdogan got.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu êrîş wek hewildana kuştin serok Trump anî ziman û got, “Ez û Sara ji hewldana kuştina Serok Donald Trump a doh êvarê li Washington, DC şok bûn.”

Netanyahu got, “Em kêfxweş in ku Serok û Xanima Yekem silamet û bihêz in. Em ji polîsê birîndar re xweşbûna bilez û tevahî dixwazin û ji bo çalakîya wan a bilez û biryardar silavê li Xistmeta Veşartî ya Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê dikin.”

Serokê Frensayê Emmanuel Macron jî li ser X’ê piştgirîya xwe ya ji bo Trump derbirî.

Macron got, “Êrîşa çekdarî ya doh şev li dijî Serokê Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê nayê qebûlkirin.”

“Cihê tundûtûjî di demokrasîyê de nîne. Ez piştgiriya xwe ya tevahî ji bo Donald Trump diyar dikim,” Serokê Frensî got.

Şeva borî kesekî çekdar teqe li hotêla Hilton kir ku mêvandarîya Şîva Peyamnêrên Koşka Spî li Washington kiribû, efserkî hêzên ewlehiyê birîndar bû, lê bûyer ji alîyê hêzên ewlehîyê ve hat kontrolkirin û êrîşkar hat girtin.