Wezîrê Enerjîyê yê Amerîka Chris Wright îro Duşemê got ku veguhestina petrolê ya bi veşartî û di bin parastina Hêza Deryayî ya Amerîka de ji Tengava Hormuzê zêde dibe û ewê ev zêdebûn berdewam bike.
Wright, di civîneke saziya çavdêrîya navokî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Viyana de axifî û dîyar kir ku rêjeya navînî ya heft-rojî ya veguhestina petrolê ji Hormuzê bilind dibe.
"Ev rêjeya di navînîya heft rojên dawî de ber bi jor ve diçe û wê ev bilindbûna wê berdewam bike,” Wright ji rojnamevanan re got.
Wright herwiha jimareke berê ya qebareya petrolê ya ku roja 1’ê Îlonê ji tengavê derbaz bûbû, sererast kir. Wî berê gotibû ku rojê 17 mîlyon bermîl petrol ji Hormuzê derbas bûye, lê wî îro got ku di destpêkê de yek keştîyek nehatibû hesibandin.
“Keştîyek nehati bû jimartin. Piştre derket holê ku wê rojê jimara rast hema hema 18 mîlyon bermîl bû,” wî got.
Ev 18 mîlyon bermîl asta herî bilind ya yek rojekê ye û ne navînîya rojane ya petrolê ye ku ji Tengavê derbaz dibe, nîşan dide.
Berîya ku jiber şerê bi Îranê veguhestina deryayî ya li herêmê asteng bibe, her roj nêzî 20 milyon bermîl petrol û berhemên petrolê ji Tengava Hormuzê derbaz dibûn.
Ji alîyê din ve, Kompanîya analîza enerjîyê Vortexa di 10’ê Îlonê de ragihandibû ku di navînîya heft rojî de her roj nêzî 8 milyon bermîl petrol û berhemên petrolê ji Hormuzê derbaz dibin.
Li gor daneyên şopandinê, kompanîyê herwiha gotibû ku wê rojê tenê heft keştî ji Tengava Hormuzê derbas bûbûn, dema ku roja berîya wê 12 keştî derbas bûbûn.