Xalid Alî: Berî Nûha Girtin li Sûrîyê Hebû, Nûha Komkujî Heye

Xalid Alî: Berî Nûha Girtin li Sûrîyê Hebû, Nûha Komkujî Heye

Serokê Sûrî Beşar El Esed roja Duşembî gotarek derbarê alozîyên Sûrîyê pêşkeş kir.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, çalakvanê sîyasî Xalid Alî dibêje, peyama Beşar El Esed bo gelê Sûrî ev e, “yan bi min re ne yan tiştek din tuneye.”

Birêz Xalid Alî, ku girtî yê sîyasî yê berê ye, dibêje ku “îro rewatîya rejîma Sûrî nemaye û rewatî ji gel tê.”

Wî herwiha got ku rewşa awarte hat rakirin, lê rojane qanûna rewşa awartê bikar dihêt; berî nûha Girtin hebû, nûha komkujî heye.

Ji bo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Xalid Alî re, lînka ‘Guhdarî kirin’ li alîyê rastê vê rûpelê kilik bike.