Xirabkirina Xanîyan Û Nerazîbûna Rûniştvanên Taxa Tozkoparan ya Stenbolê

Xirabkirina_Xaniyan_Tozkoparan_Stenbol

Bi sedan rûniştvanên li Tozkoparan ya girêdayî taxa Gungoren ya Stenbolê dijîn ji 8’ê Cotmeh’ê ve di bin navê “veguherîna bajêrî’ de bi darê zorê ji alîyê bajarvanîya taxê ku di bin rêvebirîya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) de ye ji malên xwe têne derxistin.

Herwiha bajarvanîyê elektrîk, av û gaza xwezayî ya sedan xanîyan li taxê qut kir û xirabkirina xanîyan ya ji alîyê bajarvanîyê ve jî destpê kir.

Evder ango Tozkoporan, di salên 1970'an de bi koçên zêde yên ji bajarên cuda yên Kurdan û Anatolya hatibû avakirin. Bi demê re li taxê avahîyên 5 û 6 qatî hatin avakirin û piranîya rûniştvanan jî kedkar in.

Xirabkirina_Xaniyan_Tozkoparan_Stenbol

Tax di sala 2006'an de wek qada veguherîna bajarî, di sala 2013'an de jî wek herêmeke bi rîsk hat ragihandin. Û heman tax di sala 2020’an da bi Biryarnameya Serokomarîyê wek herêma afatê hat ragihandin. Jiber vê biryarnameyê jî piştî vê dîrokê xebatên hilweşandinê destpê kirin û bajarvanîyê xwest ku runîştvan malên xwe vala bikin.

Di berdewamîya vê pêvajoyê de jî rûniştvanên taxê biryar birin dadgehê û Dadgeha 10’an ya Îdarî ya Stenbolê biryara valakirin û hilweşandina taxê da rawestandin. Lê di Hezîrana 2020’an de ev biryar jî hat betalkirin elektrîk, av û gaza xwezayî ya taxên Mehmet Nesîh Ozmen û Tozkoparan hatin qutkirin.

Di Tîrmeha 2021’an de, di encama têkoşîna hiqûqî ya runîştvanên taxê de, Dadgeha Cıvata Dewletê (Daniştay) biryara herêma bi rîsk sekinand û elektrîk, av û gaza xwezayî careke din hat dayîn.

Herî dawî Daniştay di demek nêz de ev biryara xwe guhart û bêyî runiştvanên taxê werin agahdarkirin bi sedan polîs û tîmên bajarvanîya Gungoren jibo xirabkirina taxê 8’ê Cotmeh’ê hatin û bi darê zorê runiştvan ji malên wan hatin derxistin.

Xirabkirina_Xaniyan_Tozkoparan_Stenbol

Jina bi navê Ozlem Aydin yek ji rûnîştvana taxa Tozkoparan e dîyar kir ku di pandemîya vîrusa korona de dema qedexeya derketinên derve de elektrîk, av û gaza xwezayî ya wan hatin gutkirin.

“Em di dema qedexeyên derketina derve yên jiber COVÎD-19 ji malên xwe hatin derxistin.Wî demî cîran û derdorê ji me re xwarin anîn. Bi tangan av ji me re hat û em bêelektrîk û av hatin hiştin. Zarokên me li ber mûman dersên xwe şixûlîn. Ez hîn jî bawer nakim ku dewletê ev tîşt anî serê me.”

Aydin di berdewamîya axaftina xwe de destnîşan kir ku biryara xirabkirina xanîyê wê jî derketiye.

“Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Avhewayê daxuyand ku ewê 1.950 TL alîkarîya kirê bidin runîştvanên ku malên wan hatin xerakirin. Jiber ku bi darê zorê ez peymanê îmze nakim tapuya min hat xespkirin û ez wek welatîyeke Tirkîyê avêtim li kolanê û hemî mafên min ji min standin.”

Muhammet Haluk Çavuşoglu jî li ser xirabkirina xanîyên xwe destnîşan dike ku xirabkirina xanîyan dijî qanûnan e.

“Piştî biryara qutkirina elektrîk, av û gaza xwezayî bi awayekî lez dest bi xirabkirina xanîyan dikin. Ev jî dijî qanûnan e. Eger sibe qanûn were bikaranîn bajarvan jî alîkarê wî jî wê cezayan bistîne. Heman tişt ango xirabkirina xanîyan li Tokatkoy’ê jî pêk hat û rûniştvanên wê derê doz qezenç kirin. Lê êdî xanîyan tune ne.

Em jî bawer dikin ku eger hiqûq pêk were emê vê dozê qezenç bikin. Lê ew nahêlin em mafê xwe yên hiqûqî jî bikarbînin. Ez liv ir bang dikim û dibêjim ku xirabkirina van xanîyan hemî jiber rantê ye.” Wî got.

Hêjayî gotinê ye ku runîştvanên vê taxê dibêjin ku heta niha 50 avahîyên ji 12 daîreyan pêk tê hatin xirabkirin û wan bi berdewamî gotin ku li taxa Mehmet Nesîh Ozmen jî plana xirabkirina xanîyan heye.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Stenbolê 23 10 2022