Huner bi her awayî, dergeheke ji bo derbirîniyên mirovan bide ber çavan û bi hestyarî pêwendiyên wan bi jiyanê re şîrove û zelal dike.
Hunermend Xelef Diljan, yek ji wan hunermendaye ku bi behreya xwe ya zengîn, wan pêwendiyan bi jiyanê ve tîne ziman, him bi nîgarkêşiyê, him jî bi deng û mûzîka xwe jî.
Ew li Semsûrê ji dayik bûye di nav malbatek de ku hezkiryê hunerê ye.
Ji zaroktiya xwe mijûlî hunerê bûye û pêwendiyên pêşî bi mûzîkê re ava kirye.
Ji ber hezkirina wî ji nîgarkêşiyê, xwendina wê yaakadîmî li zanîngeha Qonya kirye.
Nuha li Istenbûlê dijî û li wir xwendina hunerê berdewam dike, û her wiha jî xebatên xwe yên hunerî berdewam dike.
Ji ber deng û mûzîka xwe ya xweş, beşdarî bernama Kurd Idol bû di sala 2017an de.
Xwena wî ewe, ku çanda hunerî li Tirkiyê û Kurdistanê belav bibe û guhdan baştir bi hunerê bibe û piştevanî ji hunermendan re bê kirin.
Your browser doesn’t support HTML5