Xelkê Maarat al-Numan ji Tirsa Hêrîşeka Leşkerê Sûrî revyan

Xelkê Maarat al-Numan ji Tirsa Hêrîşeka Leşkerê Sûrî revyan

Bi sedan Sûrîyên bajarê Maarat al-Numan yê bakûr duhî Çarşem ji tirsa hêrîşeka leşkerî revyan, li demê ku Serek Wezîrê Tirkiye rijdîyê li Serokê Sûrî Beşar Esed dike heta dawîyê bi tepeserkirina serhildana dijî hikimetê bînit.

Şehîd û bizavkar li Maarat al-Numan dibêjin, serbazên Sûrî gûndên dor ûber topbaran kirin û hevwelatî girtin.

Riad Haddad, serokê dezgeha Sîyasî ya leşkerê Sûrî got, dor u berên bajar bi tanka girtîye lê hêşta nekeftine nav bajar. Wî her wesa piştrast kir ku hêzên hikimetê dor û berên bajarokê al-Boukamal nêzîk sinûrê Îraqê girtine, cihê şer dinêvbera xwepêşanderan û hêzên ser bi hikimetê lê qewmîn.