Senterê Derûnî yeke ji senteret herî giring li ser astê herema Kurdistanê ji bo çareseriya zarokêt arîşe nexweşêt deronî heye. jmareka bisporet derûni û nujdaren deruni li senterê navbirî kar diken. Weke diyar, nexweşên derûni ne bi tine bi rêka dermanan di hete çarekirin, belko gelek rînştin û dan û standin ligel nexweşî di ferin. Li dur çewaniya çarekirina nexweşan û aye kîjan corên nexweşên derûnî seredana vî senteri dikin.
Di bersiva van pirsiyaran de Dr. Nizar Îsmet bo Denge Amerîka got: Senterê saxlemiya derûni hemî zarokên yek sali û kemtir ta 18 salî werdigirin, her zarokekê nexweşiyek yan gîr û giriftaka derûnîhebit em werdigirîn û çareseriya wan dikin, li gor pewistiya wî bo çareseriyê hindek çareseriyêt dom dirêj bo hene ku divêt çendîn cara bihêt û hindek ji pewistî bi şêwê çareseriya grupan e ku komeka zarokan yek nexweşî heye ku wek grup çareserî bo di hete kirin , corên nexweşen li dev zarokan di binin hindek girêday reftare ne wek (pir bizav û kem hişyari yan bed reftarî) zedebarî xemokî û bitineyati û her wesa zarokên gelek alozî û xemoki heyn û herwesa otizim , û hindek nexweşên giredayî leş û derûnî wek ser êşan û zik êşan jî egerê derûnî û her wesa nexweşên xwe gihor.
Eve take senter e di demek dirêj da xizmeta nexweşên derûnî dikit, zêdebarî pegehandina bispor û vekoler û mamostayan di ware çareseriya derûnî de encam diden .