Li Dîyarbekirê bi hezaran kes li hemberê êrîşên polêsan û binçavkirinbên ku di xwepêşandanên 15’ê Sebatê de li herêmê pêk hatibûn protesto bikin, meşîyan. Meşa ku ji alîyê BDP’ê ve hat birêvebirin, jiber avahîya BDP ya bajêr dest pêkir. Kesên ku beşdarê meşê bibûn bi posterên rêberê PKK Abdullah Ocalan û Mustafa Malçuk’ê ku xwe roja 15 Sebatê li Dîyarbekirê şewitandibû hilgirtibûn. Girse ber bi Parka Koşuyolîyê meşîyan da ku li ew der daxuyanî bidin çapamenîyê. Polêsan li ser rêya meşê, li taxa Bayramogluyê mudaxaleya girseyê kir û pevçûn destpêkir.
Polîsan bi bombeyên gazê û bi avê mudaxaleyê xwepêşanderan kir û destûr neda ku kes heta parkê bimeşin. Xwepêşender jî bi kevir û molotofkokteylan avêtin polêsan. Di encama bizavêda 6 xwepêşanderên ciwan ji alîyê polêsan ve hatin girtin.
Hêjayê gotinêye ku di bizavên bi armanca şermezarkirina 12’emin salvegera 15'ê Sibatê ya roja anîn û girtina serokê PKK'ê Abdullah Ocalanî de, li bajar û navçeyên herêmê gelek bûyer qewimîn. Li gor agahîyên dawî di van bûyeran de 146 kes ji alîyê polêsan ve hatin girtin.