Xwenîşandanên Bajêrê Silêmanî Pêncşembî bi Aramî Hatin Kirin

Xwenîşandanên Bajêrê Silêmanî Pêncşembî bi Aramî Hatin Kirin

Yahya Berzincî peyamhênêr Dengê Amerîka li demjimêr 5:20 piştî nîvro bi demê Silêmanî raporteka rastewxwe pêşkêş kir sebaret xwenîşandanên bajêrê Silêmanî. Dibêjit evro weku rojên borî xwenîşander Ii beramber dergihê Sera kombûn û jimara wan pitir bu ji du hizar kesan. Li xwenîşandanê çend roşenbîr û kesên dî gotar pêşkêş kirin. Her weha çend kesayetîyên olî seredana cihê xwenîşedanê kir û silav li serbaz û pêşmerga kir ku xwenîşandanan diparêzin.

Gelek ji hevwelatîyan bê ku kesek bêjîte wan gula dikirin û di dene serbazan da bi tifengên xwe veken. Her weha jimareka muzîkvan û stranbêj çûne nav serbazan.

Roşenbîr û hunermend li bajêrê Silêmanî bizavê diken ku xwenîşandan bi aramî bêne kirin û destûdarî tenah biken.

Kameran Ahmed yêk ji xwenîşanderan got heke li roja yekê ya xwenîşandanan hêzên polis û parastinê weku noke rêk li tundûtûjîyan girt ba, çi bûyerk nedibû.

Jibo guhdarî kirina raporta peyamenêr Yahya Berzincî, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.