Di Salvegera 12'an a Jenosîda Êzdîyan de, Banga Dadmendîyê

Îraq-Yezidî

Li Îraq û çaralîyê cîhanê îro Duşemê salvegera 12’an a jenosîda dijî Êzdîyan a ku ji alîyê koma tundrê Dewleta Îslamî (Daiş) ve hatibû kirin, di 3’yê Tebaxa 2014’an de li herêma Şengalê hat vejandin.

Ji bo bîranîna jenosîdê, di serî de civaka Êzdîyan, dostên wan, rêberên welatan û yên Kurd, sazîyên navneteweyî, partîyên sîyasî komên mafan li serenserê cîhanê kombûnên bîranînê pêk tînîn û bangên xwe jibo dadmendîyê, hesabpirsîn, dîtîna kesên winda û vegera ewle ya Yezîdîyên koçber dubare dikin.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de, çekdarên Daişê êrîşê herêma Şingalê kir, ku navenda civaka kêmanîya olî ya Êzdîyan e, ku bi hezaran kes hatin kuştin û bi deh hezaran koç bûn.

Li gor pêzanînên navneteweyî, Daişê herî kêm 6,400 jin û zarokên Êzdî revandin, ku ew rastî tundîya cinsî, koletî û zordarîya guhertina ola xwe hatin.

Karbidestên li seranserê herêmên Kurdan îro jibo rêzgirtina qurbanî û rizgarbûyî yên jenosîdê peyamên rêzgirtinê dîyar kirin.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de got ku êşa Êzidiyan nayê jibîrkirin û soz da ku hewlên jibo alîkariya rizgarbûyan, dîtina kesên ku hîn winda ne û vegera bi ewle û bi rûmet ya koçberan bo Şengalê wê bidomin.

Mesûd Barzanî, serokê Partîya Demokrat ya Kurdistanê (PDK), jenosîda DAIŞ’ê wek yek ji tarîtirîn rûpelên dîroka Kurdistanê binav kir. Wî piştgirîya xwe ya jibo daxwazên Êzidîyan dubare kir, vegera wan ya bi rûmet û herwiha hesappirsînatawanbaran û bûyeran.

Serokê Yekitîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafel Talebanî got ku jenosîda Êzdîyan "birînek kûr" e ku hîn jî nehatiye sarkirin û bang li hemû alîyên siyasî kir ku jibo avakirina Şingalê û çareserîya pirsgirêkên gel wê bi hev re bixebitin.

Mezlûm Ebdî, fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) jî got ku dîyarkirina çarenivîsa hemû Êzidîyên revandî û parastina ewlehîya Şingal û gelê Êzidî "berpirsiyariyek exlaqî, mirovî û navneteweyî ye." Wî herwiha jibo şervanên ku di berevanîya Êzidîyan û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de canê xwe feda kirine, rêzdarîya xwe anî ziman.

Meclîsa Jinan ya Dem Partîyê dî peyameke de qûrbanîyên jenosîdê bi bîr anî û jibo dîyarbûna çarenivîsa jin û zarokên Êzîdî yên winda, darizandina pirsîyaran, peydakirna ewlehî û statuya Şengalê. banga hewlên zêdetir û xurttir kir.

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî jî di peyamekê de salvegera 12’an ya jenosîda dijî Êzidîyan bi bîr anî û got ku rêzgirtina qurbanîyan tenê bi pêkanîna dadmendîyê, eşkerekirina çarenivîsa revandîyan, alîkarîya rizgarbûyan û nûve avakirina Şengalê dikare pêk were.

Zeydî herwiha got ku ewê xebata jibo vegera bi dilxwazî, ewle û bi rûmeta koçberan, parastina mafên hemû welatîyan û nehiştina dubarebûna van tawanan bidome.

Hevdem, gelek rêberên cîhanê, Amerîka û rêxistinên navneteweyî yên mafan bi sedema salvegerê re peyamên rêzgirtin û piştgirîyê belav kirin.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê di daxuyanîyekê de got ku bicîhanîna dadmendîyê jibo tawanên DAIŞ'ê girîng e û Washington jibo parastina azadîya olê û ewlehîya civakên şikestbar pabendê xebeta bi Hikûmeta Îraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hevbendên xwe re ye.

Wan bang li domandina hewlên jibo dadmendî, dîtina kesên hîn winda, piştgiriya rizgarbûyan û vegera bi ewle û bi rûmeta Êzidiyan bo Şengalê kirin.

Neteweyên Yekbûyî (NY), Amerîka û saziyên din yên cîhanî êrîşên hovane ya DAIŞ’ê bi awayekî fermî wek jenosîd pênese dikin.

Îro 12 sal piştî jenosîda li Şingalê, li gor jimarên ofîsa Herêma Kurdistanê ya jibo Rizgarkirina Êzîdîyên Revandî, çarenivîsa 2,553 Êzidîyan hîn jî ne dîyar e.

Gelek rizgarbûyî malbatên qûrbanîyan dibêjin ku dadmendî hîn bicîh nebûye, bi hezaran hîn jî winda ne û gelek malbat hîn jî nikarin vegerin malên xwe.

Li gor Ofîsê, nifûsa Êzîdî ya Îraqê berî êrîşê bi qasî 550 hezar bû, ku nêzî 135,860 hezar niha li kampên Herêma Kurdistanê, û bi giştî 189,337 kes li seranserê herêmê dijîn.

93 gorên komî yên ku qurbanîyên Êzîdî hatine dîtin, tevî bi dehan gorên kesane li heremên din.

Li gor pisporan her çend li hin taxên Şengalê ewlehî baştir bûye jî, jinûve avakirin hêdî pêşve diçe û nakokiyên siyasî li ser rêvebirîya heremêê, binesaziya xirabûyî, xizmetên giştî yên sînorkirî vegera Êzidîyên bêwar hîn jî zahmet dike.

Rêxistinên parêzvanîya Êzdiyan, di nav de Yazda û Înîsiyatîfa Nadya, salveger bi dubarekirina bangên jibo hevkarîya navneteweyî ya mezintir bi bîr anîn; bi armanca dîtina kesên ku hîn winda ne, dabînkirina piştgiriyek demdirêj jibo rizgarbûyan û hesabpirsîna ji endamên Daiş jiber jenosîd, tawanên şer û yên dijî mirovahîyê.