Karbidestên payebilind yên Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Sêşemê dîyar kir ku YE hevbîr e ku dijî hejmareke karbidestên Rûsî û herwiha bankên ku hêzên çekdar yên Rûsî fînanse dikin, toleyan ragihînin.
"Ev gav wê alîyên ku beşdarî biryara neqanûnî bûne bike armanc, biryara naskirina du du heremên di bin destê serhilderên li rojhilata Ukrayna," Seroka Komîsyona YE’yê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya YE’yê Charles Michel îro di daxuyanîyeke hevpar de got.
Wan da zanîn ku YE wê bi toleyan bazirganîya ji du herêmên veqetandî ber bi YE’yê û ji YE’yê ve jî bike armanc.
Von der Leyen û Michel dîyar kir ku tole wê armanc bikin ku kanîna dewlet û hikûmeta Rûsî ya bo giheştina sermaye û bazarên darayî, xizmetên YE û herwiha fînanskirina polîtîkayên alozdar û êrîşkar yên Rûsî sînordar bike.
Wezîrên derve yên YE wê îro bo niqaşkirina tole û pîvanên dijî Rûsyayê, bicivin.
Her du rêberan got ku "YE amade ye ku li gor qewimandinên din di asteke berfireh de tole û pîvanên zêdetir ragihîne."