YE Dê Arîkarîyeke 500 Mîlyon Euroyî Bide Ukrayna

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Înê ragihand ku Yekîtîya Ewrup (YE) dê bo Ukrayna arîkarîyeke din ya 500 mîlyon euroyî bike.

Reutersê ew agahî ji zarê Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE’ê Josep Borrell ragihand.

Borell got ew bawer e ku ewê di rojên pêş de dijî petrola Rûs ser toleyên nû lihevkirin çêbe.

Wî dîyar kir ku arîkarîya nû dê bo tank û topan be û da zanîn ku bi wê arîkarîyê dê piştgirîya wan ya bo Ukrayna dê bi qasî 2 mîlyar euro be.

Nûnerê YE’ê da zanîn ku ew dê jiber belavkirina agahîyên şaş zexta li ser Rûsya zêdetir bikin.