Yeketiya Ewropî Cezayên Nû li Dijî Îranê Radigehîne

Yeketiya Ewropî Cezayên Nû li Dijî Îranê Radigehîne

Piştî Amerîka û Netewên Yekgirtî, rêberên Yeketiya Ewropî jî gereka nû ya cezayên nû li dijî Îranê ragehand, ji ber bernama navokî ya Tehranê.

Yeketiya Ewropî roja Pêncşembî cezayên nû li dijî Îranê pejirandin, wek berbend kirina weberhênan, berbend kirina alîkariyên teknîkî û teknelojî ji bo kerta neft û gaz a xwezayî ya Îranê.

Ew ceza bi armanc ji bo danana fişarên diravî ye li ser Îranê, ku xwedan yek ji mezintirîn jêderên gaza xwezayî ye li cîhanê.

Welatên Rojava bi guman in ku Îran bi rêka bernama navokî ya xwe çekên navokî ava dike.

Îran radigehîne ku bernama navokî ya wê ji bo meremên aştiyane ye.