Yekîtîya Ewrupa Bang li Îsraîlê Dike ku Dorpêça Gaza Hîn jî Sist Bike

Yekîtîya Ewrupa Bang li Îsraîlê Dike ku Dorpêça Gaza Hîn jî Sist Bike

Dîplomata herî bilind ya Yekîtîya Ewrupa, bang li Îsraîlê dike ku dorpêç kirina Kerta Gaza hîn jî sistir bike.

Berpirsa sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa Catherine Ashton, roja Yekşemê ji peyamhinêran re got, divê tixubekî vekirî hebe, ku rê bide hatin çûyîna mirovan û veguhastina hewcedarîyên rûnîştîyan.

Ashton her wiha got, Yekîtîya Ewrupa dixwaze çavdêran bişîne ku alîkarîya birêve birina tixubê bike.

Ashton paya bilindtirîn dîplomata Yekîtîya Ewrupa ye ku seredana Gaza dike, piştî sist kirina dorpêç kirinê.

Îsraîl dibêje, dorpêç kirin pêdivî ye jibo nêhelana veguhastina çek û sîlahan bo Tevgera Hamas ya Îslamî ku Gazayê birêve dibe.

Îsraîl dorpêç kirina heyî sistir kir, piştî êrîşa 31’ê Gulanê ya hemberî keştîya alîkarîyê. Di wê êrîşa gemîya alîkarîya mirovahîyê de 9 bizavkarên piştevanên Fîlîsîtîn hatibûn kuştin.