Yekîtîya Ewropa û 26 Welatên din Darvekirinên li Îranê Şermezar Dikin

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot îro Çarşemê ragihand ku 26 welatên rojavayî sêdarekirina xwepêşanderan ji alîyê Îranê ve bi tundî şermezar kirin.

Barrot li ser platforma X'ê daxuaynîyek parve kir û navê 26 welatan diyar kir. Ew dewlet ji rejîma Îranê dixwazin ku zû biryarên darvekirinê bide rawestandin û kesên bêsedem hatine girtin, berde.

Barrot di daxuyanîya xwe de got ku darvekirina xwepêşanderan ji bo ku wan bêdeng bikin, tirsandina xelkê û cezakirina mafên mirovan, bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Ew dewlet herwiha bang li rejîma Îranê dikin da ku guh bidin daxwazên gelê xwe yê ku guhertina siyasî dixwaze, û gavan bavêjin ji bo parastina mafên mirovan.