Fransa Hizira Cemidandina Bilindkirina Bacên Ser Benzînê Dike

Hikûmeta Fransî, piştî xwepêşandanên girseyî yên nerazîbûn hizira cemidandina pêşnîyara bilindkirina bacên ser benzînê dike.

Çaverê ye ku serokwezîr Eduoard Philippe derengîya îro Sêşemê bi fermî cemidandina zêdekirina bacê ji bîragişrî re ragihîne.

Serokê Fransî Emmanuel Macron meha borî bilindkirina bacên ser berhemên benzînê ragihandibû ku Fransa veguhezîne ser çavkanîyên ku dikarin werin nûkirin.

Xwepêşanderên tore yên bi elegên zer li dijî wê biryarê herikîbûn kolanan û ji hikûmetê xwestibûn ku wê birtarê paşve bikşîne.

Xwepêşandana “elegên zer” di demeke kin de berfireh bibû û zivirîbû xwepêşandanên dijî Makron ku xwenîşander wî bi tundî rexne dikin.