Erebistana Siûdî: Me Mûşek û Dronên Husiyan yên Ser Rîyad û Derya Sor Têk Birine

Turkî el-Malkî, Berdevikê pêşengîya Erebistana Saûdî li Yemenê,

Hevpeymanîya bi pêşengîya Erebistana Siûdî ya ku dijî Hûsîyên Yemenê şer dike îro Înê ragihand ku hêzên wan ku li ser Rîyad û Derya Sor 3 dron û 2 mûşek têk birine.

Berdevkê hevpeymanîyê Turkî el-Malikî ev agahî li ser platforma medya civakî X’ê ragihand.

Malkî got, "Me sê dron li herêma başûr û Rîyadê...û du mûşekên krûz li ser Derya Sor destnîşan kirin û têk birin."

Malikî bi berdewamî dîyar kir ku “di saetên dawî de, mûşekeke balîstîk ya li ser bajarê Yenbu'i jî hatiye têk birin.”

Bajarê Yenbu'i li beravên Derya Sor e û xala dawî ya xeteke girîng a petrolê, li wir e.

Ev daxuyanî di demekê de tê, ku êrîşên Hûsîyên Yemenê yên bi piştgirîya Îranê dijî Erebistana Saûdî berdewam dikin.