Artêşa Brîtanya îro Yekşemê ragihand ku keştîyeke barhilgir li Deryaya Sor li beravên Yemenê hatiye êrîşkirin.
Navenda Operasyonên Bazirganîya Deryayî ya Brîtanya (UKMTO) dîyar kir ku êrîş 55 kîlometre li başûrê rojavayê bajarê Hudeyda ji hêla “çekdarên nenas ve" ji keştîyek piçûk hatiye kirin.
UKMTO da zanîn ku keştîya barhilgir û tîma wê ewle ne û got ku karbidest li ser êrîşê lêpirsînê dikin.
Heya dema amadekirina vê raportê ti kes yan komê berpirsîyarîya êrîşê ranegihandibû.
Milîtanên Hûsîyan tevî bajarê beravê Hudeyda piranîya herêmên Yemenê kontrol dikin û Îran piştgirîya wan dike.
Amerîkayê di destpêka 2025”an de koma Hûsîyan wek komeke terorîst destnîşan kiribû.
Hûsîyan gef xwaribûn ku wê dîsa dest bi êrîşkirina keştîyan bikin, lê heya niha wan êrîş pêk neanîne.
Berdevkê Hûsîyan bersîva daxwaza şîrovekirina êrîşê nedaye.
Serhildêrên Hûsî berê jî bi dron û mûşekan êrîşî keştîyên ku ji heremen di bin kontrola wan de derbaz dibin - nêzîkî tengava Bab el-Mandab ya li dawîya başûrê Deryaya Sor -dikirin.
Komê sedema wan êrîşî wek piştvanîya ji bo Filîstînîyên li Xeza rave dikir ku veguhestina bazirganîya deryayî ya cihanî asteng dike, kompanî neçar dimînin ku seferên xwe jinûve li ser regêhên dirêj û buhatir , ji dora başûrê Afrîqayê pêk bînin.
Êrîşên Hûsî wan di dema şerê Xezayê de kompanîyên keştîvanîyê neçar kirin ku keştîyan li dora başûrê Afrîkayê biguherînin, li şûna ku bi rêya Kanala Suweysê li dawîya bakurê Deryaya Sor derbas bibin.
Korsanên Somalî jî di demên dawî de li Kendava Adenê bêtir çalak bûne.
Li gor UKMTO di 1’ê Tîrmehê de 4 korsanên gumanbar êrîşî keştîyekê kirin û zirarek piçûk dane pira keştîyê, ku buyer 140 kîlometre li başûrê bajarê bendera Belhaf li başûrê rojhilatê Yemenê pêk hatiye.