Hûsîyan di Êrîşeke Dijî Hikûmeta Yemenê de Herî Kêm 18 Kes Kuştin

Di êrîşeke Hûsîyan de li qadeke perwerdehîya leşkerî ya hikûmeta Yemenê, li parêzgeha Şibwe, herî kêm 18 kes hatin kuştin.

Çavkanîyên hikûmetê û yên pizîşkî ji ajansa Reuters re axivîn û ev pêzanîn parve kirin.
Li gorî çavkanîyan, Hîsîyan êrîş di dema perwerdehîya serê sibê ya leşkeran de pêk anî û bi sê mûşekên balîstîkî êrîş encam daye.

Di hefteyên dawî de şer di navbera hêzên hikûmeta Yemenê yên piştgirîkirî ji alîyê Erebistana Siûdî ve digirin û tevgera Hûsîyan de tundtir bûye. Hûsîyan Sen'aya paytext û beşekî mezin ê bakurê welêt di bin kontrola xwe de digirin.

Şerê Yemenê di sala 2014'an de dest pê kir, dema ku Hûsîyan Sen'a girt. Piştî destwerdana leşkerî ya bi pêşengîya Erebistana Siûdî di sala 2015'an de, şer bi salan dom kir. Agirbestek di sala 2022'an de hatibû kirin, lê îsal dawî li wê agirbestê jî hat.

Hûsî li Yemenê bihêz in û ji alîyê Îranê ve têne piştgîrîkirin.