Hûsîyên Yemenê bi Êrîşeke Dijî Îsraîlê Tevlî Şer Dibe

Wêne ji arşîvê ye.

Koma mîlîtan a Hûsîyan li Yemenê îro Şemîyê ragihand ku wan êrîşeke mûşekî dijî Îsraîlê pêk anîye.

Ev dibe yekem car ji dema şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de ku Hûsî êrîşan dibin ser Îsraîlê.

Beşdarbûna Hûsîyan, ku Îranê piştgirîya wan dike, metirsîya berfirehbûn û dirêjkirina şerê ku ketiye hefteya pêncan tîne holê.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku mûşekek ji Yemenê hatiye avêtin, lê sîstema wan a berevanîya asmanî ew pûç kiriye.

Berdevkekî leşkerî yê Hûsîyan ragihand ku wan bi mûşekên balîstîk “bingehên leşkerî yên girîng" yên li başûrê Îsraîlê armanc kirine.

Hûsî di nakokîyên berê de jî yên navbera Îsraîl û Îranê de tevlî şer bûbû.