Yemenê li Sen'ayê "Êrîşeke Stratejîk" Dijî Hûsîyan Dest Pê Kir

Serokê Encûmena Serokatîyê ya Yemenê Reşad Ulêmî, îro Duşemê destpêkirina operasyoneke leşkerî bi navê "Fecra Yemenê" ragihand, bi mebesta vegerandina sazîyên dewletê, rizgarkirina Sanaya paytext û dawîanîna li derbeya milîsên Hûsî yên ku ji alîyê Îranê ve tên piştgirîkirin.

Ulêmî di peyamekê de li ser platforma X'ê got ku Yemen dê ber bi "Elindeke nû ya azadî, aştî û aramîyê" ve gav bavêje.

Berîya vê ragihandinê Hêzên Çekdar ên Yemenê îro ragihandin ku wan li paytexta Yemenê Sanayê dest bi 'êrîşeke stratejîk' kiriye. Hûsiyên ku hevalbendên Îranê ne, kontrola paytext û beşên berfireh ên bakurê rojavayê welat ku piraniya şêniyan lê dijîn, di destên xwe de digirin.

Berdevkê Fermî yê Hêzên Hevpeymanîya Piştgirîya Rewayetîyê li Yemenê, Lîwa Turkî Malikî, aşkere kir ku 100 balafirên ceng ên hevpeymanîyê beşdarî operasyona "Fecra Yemenê" bûne û di destpêka operasyonê de bi sedan mebest û armancên leşkerî yên girîng ên milîsên Hûsîyan hatine rûxandin û pûçkirin.

Malikî herwiha ragihand ku hevpeymanî parastina esmanî ya tam ji bo ewlehîya dergehê Bab Mendib dabîn dike.

Sê çavkanîyên leşkerî û çavkanîyeke hikûmetê ji ajansa Reutersê re ragihand ku hêzên hikûmetê kontrola beşên berfireh ên navçeya Zûbabê ku dikeve li ser Bab Mendibê xistine destên xwe, û bi piştgirîya esmanî ya berfireh a hevpeymanîya bi rêberîya Erebistana Siûdî re hewl didin ku kontrola xwe ya tam li ser wê herêmê bisipêrin.

Li gor Ajansa Reurters Hûsîyên ku hevalbendên Îranê ne, kontrola paytext û beşên berfireh ên bakurê rojavayê welat, di destên xwe de digirin.