Yenî Partîyê îro Şemîyê bi nivîseke fermî ji Seroktîya Parlemana Tirkîyê re ragihand ku ewê beşdarî Komîsyona Şopandinê nebe.
Di nivîsa fermî de Yenî Partîyê dîyar kir ku desthilat pêşnîyazên ser demokratîkbûnê bo demeke nedîyar taloq kirine û ev helwest nayê qebûlkirin.
"Kêşeya Kurdan ne tenê meseleya terorê ye. Kiryarên dijî demokrasîyê, nebûna hiqûq û wekhevîyê jî pirsgirêkên serekî ne ku zirarê didin aştîya civakî," Yenî Partîyê got.
Wê partîyê dîyar kir ku her çiqas ew beşdarî Komîsyona Şopandinê nabin jî, ewê li parlemanê bo gavên demokratîkbûnê xebatên xwe bidomînin.
Îro Şemîyê, berî nivîsa fermî ya Yenî Partîyê, Serokê Parlemana Tirkîyê Numan Kurtulmuş gotibû eger ew partî beşdarî komîsyonê nebe wê kedên xwe înkar bike.
Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan jî gotibu gerek Yenî Partî ji bo wefadarîya bo Kurdan beşdarî komîsyonê bibe.
Partîyên wek Partîya Zaferê û Îyî Partî, ku wek partîyên netewperestên Tirk têne zanîn, Yenî Partî di rojên borî de ser helwesta wê ya dijî Komîsyona Şopandinê pîroz kiribûn.
Yenî Partî bi 90 kursîyên xwe yên li parlemana bi 600 kursî, opozîsyona serekî ye.