Berdevkê YPG'ê Xelîl: Armanca Êrîşan Valakirina Axa Rojava ye

YPG Fighters

Kurdistana Sûrîyê van demên dawîyê,ji qonaxeke dijwar derbaz dibe. Ji alîyekî êrîşên komên çekdar yên nêzîkî El Qayde, ji alîyekî din ambargoya ser herêmê jîyana Kurdan zehmetir dike.

Ser wan dijwarîyên heyî, vê dawîyê jî êrîşên helîkopterî ya rejîma Esed rewşa heyî hîn xirabtir dike.

Di hevpeyvîna taybet ya Dengê Amerîka de, Berdevkê Yekîneyên Parastine Gel (YPG) Rêdûr Xelîl rewşa heyî ji guhdarên me re dinirxîne.

Birêz Xelîl dibêje, êrîşên Nusra û Dewleta Îslamê ya Îraq-Şam li ser Serêkanîyê û Çilaxa berdewam dikin û Tirkîyê jî piştevanîyeke vekirî dide wan grubana.

Xelîl dide zanîn ku bi van êrîşana hem komên çekdar yên radîkal, hem jî rejîma Esed dixwazin ku Kurd cîh û warên xwe biterkînin û bibin penaber.

Berdevkê YPG'ê zêde dike û dibêje, tevî dijwarîyên heyî gekê Kurd li gund û bajarên xwe, ligel yekîneyên xwe yên parastinê cûh û warê xwe diparêze û berxwedana xwe didomîne.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn_Rêdûr_Xelîl_8_21