Berdevkê YPG Rêdûr Xelîl Mijarên Girîng yên li Rojava Dinirxîne

Di hevpeyvîneke taybet ya Dengê Amerîka de, Berdevkê YPG Rêdûr Xelîl agahîyên girîng li ser şerê berdewam li devera Serêkanîyê û taybetî li Til Temir dide û jimareke mijarên din şîrove dike.

Xelîl dibêje, tevî ku DAIŞ bi hêzeke mezin êrîş kir, hêzên wan dikaribûn rê li ber DAIŞê bigirin û gelek ji wan bikujin.

"DAIŞê dixwest şikestina li Til Hemîs û Til Barak bi serketineke li Serêkanîyê veşere, lê me rê neda. Do jî me du gund û mezrayek ji destê çeteyan rizgar kirin û darbeyeke mezin li wan xist."

Xelîl bang li koalîsyona navnetewî ya dijî DAIŞê dike ku pirtir destek bidin wan.

"Wekî ku li Kobanê, Til Hemîs û Til Barak çêbû, em ji koalîsyonê dixwazin ku bi awayekî aktîf destek bide me. DAIŞ xeterîyeke pir mezin e û divê derfet nêye dayîn ku hêza xwe bîne ser hev."

Rêdûr Xelîl, di vê hevpeyvînê de, herwiha bersîva pirsên guhdar û xwendevanên me yên ser jimareke mijarên girîng jî dide û daxwaza piştgirîyê dike.

Your browser doesn’t support HTML5

Rêdûr_Xelîl_3_19_15_RR