Fermandara YPG li Kobanê Baharîn Kendal: Me Pêşdeçûna DAÎŞ Sekinand

Şervanên YPG

Di hevpeyvîna taybet ya Dengê Amerîka de fermandareke girîng ya YPG li Kobanê, Baharîn Kendal agahîyên girîng li ser rewşa enîya şer dide.

Birêz Kendal dibêje şer li rojhilat û başûrê Kobanê didome lê, di rojên dawîyê de wan pêşketina DAÎŞ sekinandiye.

"Bi alîkarîya êrîşên hawayî ya koalîsyonê û operasyonên me, me DAÎŞ sekinand. Niha gelek ji DAÎŞ ne dikanin pêşde herin, ne jî dikanin ji cîhên xwe birevin."

Xanim Kendal ku di heman demê de fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) e, raporta BBC red dike ku wan re hin sîlahên nû hatine.

"Me berê de jibo rojên dijwar hazirîya xwe kiribû û çekên ku me qet nexebitandin hebûn. Em wan çekana bikar tînin û heta niha ji kesekî çek nehatiye me. Desteka ku heta niha ji me re hatiye êrîşên esmanî ne"

Your browser doesn’t support HTML5

Baharîn_Kendal_RR