Serokê Kongra Gel Zubeyîr Aydar Rojeva Kurdan Dinirxîne

  • Janî Dîylan

Alîgirên PKK li Hewlêrê di xwepêşandanekê de ne

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Serokê Kongra-Gel Zubeyîr Aydar, êrîşên esmanî yên Tirkîyê hember PKK, peyvajoya aştîyê li Tirkîyê jî nav de mijarên girîng yên Kurdan dinirxîne.

Birêz Aydar dibêje, kesê ku peyvajoya aştîyê biriye Erdogan e û ew dixwazin vê peyvajoyê berdewam bikin.

Aydar helwesta Tirkîyê ya hember DAIŞ wek taktîk dibîne û dibêje ku armanca rastîn ya dewleta Tirkîyê Kurd in.

Aydar bang li Amerîka dike ku di navbera PKK û Tirkîyê de navbeynkarî bike ku şer bisekine û peyvajoya aştîyê jinûve destpê bike.

"Şerê ku niha diqewime şerê Erdogan e jiber ku di hilbijartinê de Kurd ser ketin û plana wî ya serokatîyê cîh nehat. Ew bi vî şerî careke din dixwaze Tirkîyê bibe hilbijartinan. Em dixwazin ku Amerîka vê rastîyê bibîne û bi Kurdan re rûne."

Your browser doesn’t support HTML5

Zubeyîr_Aydar_JD_8_5_15_