Zardarî: Bi Kêmî ve Heta Sê Salên Din Pakistan Nahêt Vejandin

Serokê Pakistanê Asif Alî Zardarî dibêjit dikarit sê salan yan pitir bikêşit heta wêranî û xisaretên piştî lêmiştan li wî welatî çêbûne dihên vejandin ya ku bi milyonan kes bê mal û hal hêlan e.

Zardarî dibêje ew bawir dikit Pakistan çi caran nikarit hemî xisaretan bi temamî çareser bikit. Ew dibêjit Hikûmet kar dikit xelkê ji destê avrabûnê di paşerojê de biparêzit.

Karmendên bi hawarçûnê li pişka başûrî ya Pakistanê diwar û şûreyên berbend kirinê çêdiken bo hindê bajaran û gundan li gefa avrabûnên zêdetir roja sêşembiyê biparêzin. Bi dehan hezar ji xelkê Şedat Kot li wilayeta Sind li Başûr cuda hêlane.

Heta niha lêmiştan yêk ji pênc pişkên wî welatî dagirtiye , bûye egera kuştina 1600 kesan û zevî û zar û çandinî jî têk dane.