Di Êrîşa Tirkîyê de Pirtir ji 10 Zarok li Til Rifatê Hatine Kuştin

Artêşa Tirk û komên çekdar yên pêre careke din bajarokê Til Rifat yê herêma Şehba topbaran kirin û pirtir ji dehan şênîyên penaber yên Efrînî kuştin.

Li gor agahîyên Heyva Sor ya Kurd, 10 kesan jîyana xwe ji dest dan ku 8 ji wan zarok in. Herwiha 10 kesên din ku dîsa piranî zarok in, birîndar bûne û ew ji Nexweşxaneya Avrîn ya li Fafînê hatine rakirin.

Hevseroka Hevyva Sor Anjela Reşo da zanîn ku rewşa hin birîndaran giran e, loma pêkan e ku hejmara kesên jîyana xwe ji dest bidin zêde bibe.

Reşo dîyar kir ku temenên zarokên cangorî û birîndar ji 15 salî biçûktir in.

Dîdevanên bûyera topbaranê ji Dengê Amerîka re got ku danê piştî nîvro artêşa Tirk û komên çekdar bi hejmareke mûşekan navenda bajarokê Til Rifatê, bê serûber kirin armanc.

Dîdevanan da zanîn ku top û mûşek li dora sûkê û navenda Heyva Sor ya Sûrî ketine û topbaran di dema vegera şagirtan ji dibistanê çêbû, loma piranîya qurbanîyan zarok bûn.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku zêdetir ji 150 hezar derbiderên Efrînê li herêma Şehba dimînin û ew bi berdewamî dibin armanca topbarana hêzên Tirkîyê.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_Topbaran_Til_Rifat_