Serokwezîra Zelanda Nû: Emê Qanûna Çekan Biguherînin

Serokwezîra Zelanda Nû Jacinda Ardern

Serokwezîra Zelanda Nû Jacinda Ardern derbarê êrîşên roja Înê preskonferansek li dar xist.

Ardern dîyar kir ku ser êrîşê 3 kes hatine desteser kirin û da zanîn ku yek ji wan hemwelatîyê Avustralya ye.

Wê piştrast kir ku kesê êrîş li dar xistî hemwelatîyê Avustralya ye û 2 ji wan nîv otomatîk 5 çek bikar anîne.

Di êrîşa dijî du mizgeftan de 49 kes hatine kuştin û jimareke kesên din jî birîndar bûne.

Xanim Ardern got ku êrîşvan bo sitandina çekan destûra qanûnî sitandîye û da zanîn ku ewê qanûnên xwe yên çekan biguherînin.

Li gor qanûnên Zelanda Nû, yek gava bo sitandina çekan destûrê distîne çiqas çek bixwaze dikare bikire.