Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Yekşemê 13'ê Îlonê ji hevtayê xwe yê Ukraynî, Volodymyr Zelenskyy, xwest ku êrîşên aramangirtina binesazîya enerjîya Rûsyayê rawestîne.
Trump di serdana xwe ya Îrlandayê de ji rojnamevanan re got: "Em bi birêz Zelenskyy re li ser vê yekê axivîne. Min got, gelek armancên din hene. Sotemenîyê armanc negire."
Serok Trump got jî, "Divê hûn dev ji astengkirina dabînkirina sotemenîya dîzelê li Rûsyayê berdin."
Banga Trump di wî çaxî de tê, piştî ku Ukraynayê di mehên dawî de êrîşên xwe yên bi dronan li ser parzûnên petrolê û bingehên enerjiyê yên Rûsyayê zêde kirine.
Êrîşên dubare gelek parzûnên Rûsyayê neçar kirin ku hilberîna xwe bigirin an kêm bikin, ku ev yek bû sedema kêmbûna sotemeniyê û rêzên dirêj li benzînxaneyan li gelek herêman çêbûne.
Li gorî çavkanîyên sektora enerjîyê yên ku bi Reuters re axivîn, Moskoyê qedexeya xwe ya hinardekirina dîzelê di Îlonê de dirêj kir da ku dabînkirina navxweyî biparêze.
Têkçûna şiyanên rafinerîyên Rûsyayê jî beşdarî zêdebûna zextê li ser bazarên dîzelê yên cîhanî heye, ku bi astengîyên din ên dabînkirinê re hevdem e.
Kîev îdîa dike ku bingehên enerjîyê yên Rûsyayê armancên rewa ne, ji ber rola ku dahat û hilberîna wan di fînansekirina şer û dabînkirina sotemenîyê ya hêzên Rûsyayê de dilîzin.