Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Sêşemê soza alîkarîya zêdetir da Ukraynayê û ji Rûsyayê xwest ku "lihevkirinekê çêke" da ku şerê li dijî Ukraynayê bidawî bibe.
Trump di dema beşdarbûna xwe ya li Hilcivîna G7 de li Evian, ya Frensayê, bi çend rêberan re civîya.
Ji bilî tekezkirina li ser pêkanîna peymana bi Îranê re, Serok Trump herwiha got ku Rûsya di şerê li dijî Ukraynayê de gelek êş kişandîye û divê ji bo bidawîkirina şer peymanek di navbera alîyan de were îmzekirin.
Trump diyar kir ku "Divê Rûsya lihevkirinekê bike; Rûsyayê gelek êş kişandiye, û bi heman şêweyî Ukraynayê. Meha borî, 35,000 leşker di nav herdu welatan de mirin."
Serokê Amerîkî li dema hevdîtina bi Emîrê Qeterê Temîm bin Hemed el-Thani re, ji rojnamevanan re got ku wî roja Yekşemê peywendî ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin kiriye û îro Sêşemê jî bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky re civîya.
"Ew şer dikin û leşkerên xwe winda dikin; wan gelek leşker winda kirine. Min heşt şer bi dawî kirin. Min digot qey bidawîkirina vî şerî hêsantir e, lê di navbera serokên herdu welatan de gelek nefret û alozîyên kûr hene."
Trump tekez kir ku ewê "çi ji dest bê bike" da ku şer bidawî bibe.
Hevpeymanên Amerîkayê yên Ewrupî hewl didin ku civînên G7 bikar bînin da ku piştgirîya ji bo Ukraynayê zêde bikin.
Serok Volodymyr Zelensky li ser X'ê got ku ewê hewl bide ku ji bo welatê xwe, nemaze di warê berevanîya esmanî û amadekarîyên zivistanê de, hevkarîyên bêtir bi dest bixe.