Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy û Sekreterê Giştî yê NATO'yê Mark Rutte roja Yekşemê jiber koça dawî ya Senatorê Amerîkî Lindsey Graham bi peyamên cuda yên sarsaxîyê xemgînîya xwe ragihand.
Zelenskyy, jibo piştgirîya wî ya Ukraynayê û hevpeymanîya transatlantîk pesna Graham da û ew mîna "dostekî rastîn yê Ukrayna" bi nav kir û got ku senator ji dema dagirkirina Rûsyayê di 2022’an de ve 10 caran serdana welatê wî kiriye.
“Em di dîyaloga berdewam de man, û ezê bêrîya sohbetên me bikim. Tenê di hefteya borî de me du hevdîtin kir,”wî li ser X’ê got.
Wî got ku "Di dema herî girîng de li gel me sekinî," û bal kişand ku Graham jibo Ukraynayê û cezayên tundtir dîjî Rûsyayê, li Kongresa Amerîka parêzvanekî dilsoz yê piştgirîya bêalî bû.
Zelenskyy got ku ewê "her tim" pabendbûna senator bi bîr bîne û sersaxî ji malbat û gelê Amerîkî re xwest.
Sekreterê Giştî yê NATO'yê Mark Rutte jî di peyama xwe de Graham wekî "kesekî rastîn yê transatlantîk" da nasîn û got ku ku pabendbûna wî ya jibo NATO'yê û hevpeymanîya di navbera Amerîka Bakur û Ewropayê de "wê mîrateyeke mayînde bihêle."
"Ramanên min bi malbat, heval û hevkarên wî re ne," wî li ser X’ê got.
Graham yê 71 salî, senatorekî Komarî yê eyaleta Karolînaya Başûr bû û di siyaseta derve ya Amerîkayê de dengekî pêşeng bû.