Li gorî agahiyên Reutersê, piştî êrîşa dronên deryayî yên Ukraynayê, keştiya şerî ya Rûsyayê Merkury li bendera deryayî ya Benxazî ya Lîbyayê hatiye binavkirin. Her wiha, keştiya barhilgir a Rûsyayê MV ANGARA, ku tê gotin ji bo veguhestina çekan tê bikaranîn, jî bûye armanca êrîşê.
Hikûmeta Rojihaltê Lîbayayê ragihand ku keştîya Merkury heta êvarîya doh yekşemê li bendera Benxazî ya rawestiyayî bû.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got ku di vê operasyonê de helîkoptera şerî ya Rûsyayê ya Ka-27 jî hatiye tunekirin. Vîdyoyên ku Reutersê piştrast kirine, agir û dûmana ji her du keştiyan derdikeve nîşan didin.
Li gorî Xizmeta Ewlekariya Ukraynayê (SBU), dronên deryayî ji keştiyeke piştgiriyê ve hatine şandin.
Di bûyereke din de, keştiya barhilgir a Rûsyayê Sparta 2 roja Şemiyê li Kendava Fînlandiyayê bû armanca êrîşeke bi dronan û agir pêketîye. Hemû 16 endamên ekîbê hatin rizgarkirin, lê yek ji wan birîndar bû.
Mosko ev êrîş bi zêdebûna çalakiyên metirsîdar yên li Deryaya Baltîkê ve girêda. Di heman demê de, şerê navbera Rûsya û Ukraynayê berdewam dike û zêdebarî ku Serokê Amerîka Donald Trump û şand û nûnerên Amerîkî di hewldanên berdewam de ne ku ew şer bidawî bibe, lê hewildanan hîn jî encameke girîng bi dest nexistine.
Reutersê radigihîne ku operasyon û êrîên herdu alîyên şerker de nîşana berfirehbûna qada pevçûnê di navbera Rûsya û Ukraynayê de ye.