Zelenskyy: Koreya Bakur bi Kiryarên Xwe Dijî Ukrayna Şer Dike

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Çarşemê got ku Koreya Bakur bi kiryarên xwe li hêla Rûsya ye û dijî Kîevê şer dike.

Zelenskyy li parlamana Ukrayna dîyar kir ku servîsên îstixbaratê pişrast kiriye ku Koreya Bakur hem leşker û hem jî çekan dide Rûsya.

‘’Îstixbarata me dîyar dike ku Koreya Bakur ne tenê çekan, lê mirovan jî dide Rûsya û vê rewşê belge dike. Ew li şûna wan Rûsîyên ku hatine kuştin, li kargehan dişuxulin û jibo artêşa Rûsî şer dikin."

Zelenskyy herwiha got ku rewşa heyî nîşan dide ku dewleteke din jî bi Rûsya re dijî wan şer dike.

Serokê Ukrayna roja Yekşemê gotibû ku Koreya Bakur leşkeran dide Rûsya, lê Kremlînê ser vê gotinê dîyar kiribû ku nûçeyeke derew e.

Berdevkê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî Sean Savett do Çarşemê got ku ger yekîneyên Koreya Bakur li Ukrayna şer dikin ew nîşan dide ku peywendîyên berevanîyê yên Koreya Bakur û Rûsya pir pêşve çûne.

Washington dibêje ku Koreya Bakur muşek û cebilxaneyê dide Moskowê.

Pyong dayîna çekan red kir, lê got ku ewê peywendîyên xwe yên leşkerî yên bi Moskowê re xurttir bike.

Jêder: Reuters