Zelenskyy jibo Temamkirina Hewcedarîyên Leşkeran Serdana Dnipro Kir

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Pêncşemê jibo rewşa şer bişopîne serdana Dnipro ya li rojhilata başûr kir.

Zelenskyy ji Telegramê ragihand ku wan îro li Dnipro dest bi roja nû kiriye û dixwazin pêdivîyan leşkeran temam bikin.

Wî dîyar kir ku jibo wan temamkirina pêdivîyan pir girîng e û ew dixwazin bi alîkarîyên hevbendên wan dane berevanîya esmên li hêla Dnipro jî xurt bikin.

Ev demek e di rojeva Ukranya de ser perexwarin û seferberîyê nîqaşên navxweyî hene.

Zelenskyy dîyar kir ku ew danûstandina ser kontrolkirina navendên leşkerîya mecbûrî didomînin û got ku wan dest bi lêpirsînên befireh kiriye.

Dnipro yek ji navendên aborî yên Ukrayna ye û ji başûr Kherson û ji bakur jî Kharkiv nêzîkî wê ne.

Jêder: AFP