Zelenskyy: Êrîşên Rûsya Binesazîya Enerjî ya Ukraynî Dikin Armanc

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Duşemê got ku Rûsyayê di êrîşên li ser çend bajarên Ukraynî de binesazîya enerjî ya welêt kirine armanc.

"Ev sibêheke dijwar e. Em şerê terorîstan dikin. Bi dehan mûşek û dronên Şahid yên Îranî li binesazîya enerjî li seranserê welêt dixin. Ew tirs û alozîyan dixwazin, dixwazin sîstema me ya enerjiyê hilweşînin," Zelenskyy di vîdyoyeke ser medyaya ciwakî got.

Zelenskyy bi berdewamî got ku ku armanca duyê ya wan êrîşên tund sîvîlên Uraynî ne.

Bi alîyekî din ve, bajarvanê Lviv Andriy Sadovyi jî ragihand ku piştî bombebaranên Rûsî yên dijî binesazîya girîng yên wek bingehên enerjîyê, li bajêr elektrîk û ava germ qut bûne.

Sadovyi li ser medyaya civakî got ku jiber nebûna elektrîkê, xizmetên wek ava germ ya bajêr bi demkî hatiye rawestandin û beşek ji bajêr jî bê elektrîk maye.