Zelenskyy û Macron Ser Toleyên Dijî Moskowê Axifîn

FRANCE-UKRAINE-DIPLOMACY

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy û hemtayê wî yê Fransî Emmanuel Macron bi rêka telefon axifîne.

Reutesê ew agahî ji zarê Zelenskyy ragihand ku wî got axaftina wî ya bi Macron re dirêj û watedar bûye.

Zelenskyy ji Twitterê da zanîn ku ew ser rewişa dawî ya şer û hewcedarîya Ukrayna ya bo sotemenîyê peyivîne.

Wî dîyar kir ku wan derbarê toleyên dijî Rûsya jî danûstandin kirine.

Zelenskky da zanîn ku ew ser rêkên bo endamtîya Yekîtîya Ewrupa (YE) jî axifîne.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir.

Welatên Rojava kirên Rûsya yên li Ukrayna wek dagirkirin dibînin û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.