Zagros Hîwa: PKK û PDK Ser Konferansa Cenevre Hevbîr in

Desteya Bilind

Her du partîyên girîng yên Kurdan Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û Partîya Demokrata Kurdistan (PDK) li Hewlêrê hevdîtinên asta bilind pêk anîn ku li ser çend mijarên girîng gotûbêjan bikin.

Endamê Tekîlîyên Derve yê KCK Zagros Hîwa ji Dengê Amerîka re dibêje ku her du partî bi rojeva rewşa dawî ya li Kurdistana Sûrîyê kom bûne û li du xalên girîng hevbîr bûne.

Hîwa dibêje hem PKK hem jî KDP di wê bawerîyê de ne ku divê Kurd bi yek şande beşdarî Konferansa Cenevre bibin da ku mafê gelê Kurd baş biparêzin.

Zagros Hîwa her wiha dide zanîn ku partîyên Rojava di demeke nêzîk de di bin mêvandarîya Serokê Herêmê Mesud Barzanî li Hewlêrê bicivin.

Your browser doesn’t support HTML5

Zagros_Hîwa_RR