Perwerdeya bi Zimanê Kurdî li Sûrîyê di Navbera Pêşwazî û Red Kirinê de

Perwerdeya bi zimanê Kurdi li Sûriyê

Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyê biryarek nû derxist ku li dibistanên dewletê û taybet, di herêmên ku pêkhateya Kurd li wir rêjeyeke girîng pêk tînin, zimanê Kurdî di nav bernameya perwerdehiyê de li dibistanan were xwendin.

Li gorî biryara ku di 27ê Tebaxa 2026an de hate ragihandin, ku zimanê Kurdî dê di hemû astên perwerdehiyê de sê dersan di hefteyê de bê fêrkirin, li gel zimanên Erebî û Îngilîzî.
Nota zimanê Kurdî jî dê di koma giştî ya xwendekaran de bê hesibandin. Herwiha, demjimêrek di hefteyê de ji bo çalakiyên zimanî û çandî hat dayîn.

Ev biryar di çarçoveya biryara jimare 13 ya sala 2026an de hatiye girtin. Di Çileya 2026an de, Wezareta Perwerdehiyê zimanê Kurdî wekî dersa bijartî bi du dersan di hefteyê de ragihandibû; lê biryara nû hejmara dersan kir sê dersên di hefteyê de.

Perwerdeya bi zimanê Kurdi li Sûriyê

Di nav civaka Kurd de, biryar wekî gavek erênî ji bo parastina ziman û nasnameya Kurdî hatiye pêşwazîkirin, lê hin aliyên Kurdî dibêjin ku sê dersên di hefteyê de têrê nakin û daxwaza wan perwerdehiya berfireh bi zimanê Kurdî ye. Li hin deverên Hesekê û Kobanîyê jî di destpêka sala nû ya xwendinê de protesto li dijî sînordarkirina dersên Kurdî hatine kirin.

Biryara nû ji sala xwendinê 2026–2027 ve tê sepandin. Ev gav dikare di dîroka perwerdehiya Kurdî li Sûriyê de qonaxeke girîng be, lê mijara zimanê perwerdehiyê û mafê fêrkirina bi zimanê dayikê hîn jî mijara gotûbêjan û daxwazên civaka Kurd e.

Perwerdeya bi zimanê Kurdi li Sûriyê

Di Rêveberîya Xweser a li bakur û rojavayê Sûriyê de berî ku rejîma Esed hilweşe perwerdeya bi zimanê Kurdî heta zanîngehê bi Kurdî bû, niha nifşek heye ku perwerdeya bi zimanê Erebî ku zimanê dewletê ye nizanin.

Piştî biryar ji Hikûmeta Sûriyê derket, çavdêr dibêjin dibe ku biryara perwerdeya zimanê Kurdî ya sê dersan bibe ciyê nerazîbûn û reaksyonên berfireh bi taybet di dema destpêkirina sala nû ya xwandinê de.