Serokomarê Zimbabwe Beşdarî Merasîmeke Derçûnê Bu

Serokomarê Zimbabwe Robert Mugabe, ku ji alîyê artêşa wî welatî ve di hepsa malê de tê girtin, li zanîngeheke Harare ya paytaxt beşdarî merasîmeke derçûnû bû. Magube bi vî awayî cara yekê derket pêş gel.

Artêşa Zimbabwe dîyar kir ku danûstandinên bi Mugabe re didomin û wan ‘’hin sûcdarên li dora wî’’ girtine, lê ti nav nehat dayîn.

Ajans radigihînin ku ji roja Çarşemê vir ve gelek karbidestên payabilind yên hikûmetê hatine desteser kirin. Artêşê da zanîn ku hin karbidest jî revîne.

Artêşa Zimbabwe dîyar kir ku ewê encama danûstandinên bi Mugabe re di demeke nêz de ragihînin.

Serokê opozîsyona Zimbabwe Morgan Tsvangira dabû zanîn ku vekişîna Mugabe ji desthilatê ewê bo berjewendîya gel be.