Çîn Dibêje Rûsya Hevkara Wê ya Herî Girîng ya Stratejîk E

Alên Çîn û Rûsyayê

Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi îro Duşemê Rûsyayê wek hevkara herî girîng ya stratejîk ya Pekînê bi nav kir.

Wang Yi ji rojnamevanan re got ku têkiliyên bi Moskowê re "yek ji girîngtirîn têkiliyên dualî yên li cîhanê ye."

"Rewşa rewşa navneteweyî çi qas xeter be jî, emê baldarîya xwe ya stratejîk bidomînin û di serdema nû de hevkarîya berfireh ya Çîn-Rûsya pêş bixin," Wî bi berdewamî dîyar kir.

Çîn bi berdewamî red dike ku dagîrkirina Ukrayna ya ji hêla Rûsyayê ve şermezar bike.

Navbera Çîn bi Amerîka, Ewrupa û welatên din re pirtir xirab bû ku piştî dagirkirina Ukrayna dijî Rûsyayê tole ragihandin.

Çîn dibêje ku Washington jiber pevçûnên li Ukraynayê sûcdar e.