Piştî 5 Salan ji Tevkujîyê Rewşa Civaka Êzîdî Çawa Ye?

Şirîn Cerdo, Xidir Dumilî û Macid Şengalî

Roja 3î meha Tebaxa 2014an çekdarên Dewleta Îslamê "DAIŞ"ê êrîşek berfireh birbû ser civaka Êzidî û kemaniyên olî û etnîkî li herêma deşta Mûsil û Şengalê û gundên dewrûber.

Di êrîşê de hezaran jin, zarok û zilamên Êzidî ji aliyê çekdaran ve hatbûn revandin û kuştin, li gur serhejmarên nîf fermî zêdetirî 6 hezar jin û zarok û zilam hatbûn revandin, ji yên revandî nêzî nîva wan hatin rizgar kirin, lê hêjî bi hezaran keç û jin û zilamên Êzidî hindane û çarenivîsa wan nediyare, her çende piraniya herêmên di dest DAIŞê de hatine rizgarkirin li Îraq û Sûriyê û bi şêwekî ber biçav DAIŞ hatîye têkbirin, lê dîsan kes û karên qurbaniyan bi hêvîne ku yên di dest DAIŞê de bihên dîtin û rizgar kirin.

Di bîranîna 5 saliya Kom Kujî û Mergesata Êzidiyan de, bernama "Hello Washington"li ser rewşa civaka Êzidî û çarenivîsa kesên hinda rwestiya û planên ji bo derman kirina wê birîna dijwar bi Sê mêhvanan re hat gotûbêj kirin.

Berêz Şirîn Cerdo Alhênto ku yek ji keçên Êzidî yên rizgarbûyî ji destê DAIŞê ye, û niha li Amerîka li eyaleta Nebraska dijî. Û berêz Xidir Dumilî, pisporê Kemaniyan û Herêmên bi Nakok. Herwiha berêz Macid Şengalî endamê berê yê Parlemena Îraqê.

Xanim Şirîn got"Piştî 5 salan ji kom kujiyê xema me ya herî giran ewe ku kes û karên me hêjî di nava destên DAIŞê de ne û nehatine rizgar kirin".

Şirîn herwiha dibêje"tenê ji malbata min 15 kes hindane". Daybab, xûşk û bira û pismamên Şirînê çarenivîsa wan ne xûyaye û ew nizane kanê hatine kuştin yan jî di jiyanê de mane.

Berêz Xidir Dumilî dibêje "birîna Êzidiyan piştî 5 salan kûrtir û dijwartir bûye" jiber ku hikûmeta Îraqê xemsarî kirîye û hêjî bi hezaran malbat û kes û karên Êzidiyan di nava destên DAIŞê dane û hindane.

Berêz Macid Şengalî da zanîn ku rêjeke gelek kêm ya xelkê Şengalê vegeriyane ser malên xwe, lê piraniya kesên vegerîn Erebên dewrûberên bajarê Şengalê ne, rêjeke kêm ya misilman û êzidyan vegerîne Şengalê.

Your browser doesn’t support HTML5

Hello Washington 02 08 2019