Binemala Mîrê Êzîdîyan Rêûresmên Danana Mîrê Nû Rêk Dixin

Dumilî dibêje ku destnîşankirina çend cîgiran nişana rêkxistina binemalê ye û bo binecîhbûna biryaran şêwazeke baş e

Binemala mîrên Êzîdîyan civînan dikin jibo pesendkirina mîrê dahatî û cihgirên wî. Piştî pitir ji pênc meh û nîvan endamên binemalê wê biryarê bidin li ser destnîşankirina Hazim Tehsîn Beg wek mîrê nû.

Kesên nêzîkî binemalê dibêjin, mîrê nu dê cîgir hebin jibo kar ûbarên olî, civakî, rewşenbîrî.

Ew piştrast dikin kû ew mijulî rêkxistina rê û rismên danan mîrî ne bi fermî li demekî nêzîk.

Çalakvanê civakî û taybetmendê kêmaniyên olî Xidir Dumilî got ku destnîşankirina çend cîgiran nişana rêkxistina binemalê ye û şêwazek baş e jibo ku biryar binecih bin û ji aliyên fermî û Êzîdîyan ve bên pesend kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Xidir Dumili