Wezareta Berevanîya Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) ragihand ku mûşekên Îranê du keştîyên wan ên petrolê armanc girtine.
Di encama êrîşan de, deryavanekî Hindistanî hat kuştin û 8 deryavanên din jî birîndar bûn.
Wezareta Berevanîyê ya Îmaratê got ku di nav avên Omanê de êrîş li ser keştîyan hat kirin.
Wezaretê got ku rewşa çar birîndaran giran e. Ji wan birîndaran şeş jê Hindistanî û du jî Ukraynî ne.
Wezaretê ev êrîş şermezar kir û got ku mafê Îmaratê heye ku bersiva vê alozîyê bide.
Hêjayî gotinê ye ku Fermandarîya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM)ê ragihand ku ji ber Îran bi domdarî êrîşî keştiyên bazirganî dike li avên herêmî û Tengava Hormuzê wan pêla dawî ya êrîşên ser armancên leşkerî yên Îranê temam kir.